MÛSIL
Hat îdiakirin ku li nehiyeya Guwera Mûsilê di pevçûnan da 30 pêşmerge mirin, 42 pêşmerge jî birîndar bûn û 40 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên pêşmergeyan hatin girtin, DÎŞIyê do êvarê ji bo Guwerê bistîne êrîşî yekîneyên pêşmergeyan kir. Di pevçûnê da ku bi saetan dewam kir, hin ciyên nehiyeyê ketin destê DÎŞIyê. Li gor agahiyan di pevçûnan da 30 pêşmerge mirin, 42 pêşmerge jî birîndar bûn.
- 40 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin
Ji fermandarên eniya Guwerê yê pêşmergeyan Elî Huseyîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku DÎŞI bi alîkariya gundiyên ereb ên li herêmê, bi kelekan ji ava Dicleyê derbasî Guwerê bû û wiha dewam kir: "Pevçûn derket û di pevçûnan da 40 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin."
Huseyîn diyar kir ku hin ciyên nehiyeyê ketin destê DÎŞIyê û piştî operasyona pêşmergeyan dîsa ji destê DÎŞIyê hatin sitendin.
Fermandarê Eniya Dicleya Rojhilatê yê Pêşmergeyan Zaîm Elî destnîşan kir ku DÎŞIyê li eniyên Guwer, Kerkûk û çemê Dicleyê di heman demê da êrîş pêk anî û got ku di encama êrîşê da derbeyeke mezin xwar û vekişiya, di êrîşê da pêşmerge jî zirareke mezin dîtin.
Guwer 35 kîlomêtro dûrî Hewlêrê ye. Li Guwer û gundên dorberê bi piranî ereb hene. Car caran li Guwerê di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê da pevçûn derdikevin.