ANKARA
Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nurettîn Canîklî diyar kir ku di nav demeke kurt de ew ê hejmara deriyên sînor ên bi Iraqê re derxin 4an û wiha pê de çû: "Deriyê Sînor ê Uzumluyê vebû, Deriyê Sînor ê Derecikê jî di demeke kurt de dê bê vekirin. Em dest bi xebatên ji bo Deriyê Sînor ê Ovacikê jî dikin û xebatên pireya 3emîn a li Xabûrê jî dest pê kir."
Canîklî dema ku bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) der heqê mijarên ku dihatin meraqkirin de bersiv da û pirsa "Gelo ji ber îxracata ku Tirkiye li Iraq û Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibe û ji bo vê jî xebatên deriyên sînor ên nû hene yan na?" bersivand.
Canîklî destnîşan kir niha ji ber şerê ku li Sûriyeyê didome bi tenê Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê vekiriye û ji wê derê jî îxracat tê kirin lê ji bo îtxalatê destûr tuneye û heke li herêmê aramî bi cih bibe ew ê demê hemû derî bên vekirin.
Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê ji bo îxracata Tirkiyeyê ya bi Iraqê re jî wiha got: "Tevlî şer û bêaramiya ku li herêmê diqewime jî îxracat û bazirganiya me ya bi Iraqê re her ku diçe zêdetir dibe. Niha bi tenê Deriyê Sînor ê Xabûrê heye lê êdî ew têrê nake û rojê 2 hezar têketin û 2 hezar jî derketin bi tevahî 4 hezar derbasbûn pêk tên. Em wisa texmîn dikin ku di rojên pêş me de ev têkilî dê zêdetir bibin û ji bo vê jî xebatên me didomin û em hejmara deriyên sînor ên bi Iraqê re zêde dikin. Di nav demeke kurt de hejmara deriyên sînor ên bi Iraqê re dê bibin 4. Deriyê Sînor ê Uzumluyê vebû, Deriyê Sînor ê Derecikê jî di demeke kurt de dê bê vekirin. Em dest bi xebatên ji bo Deriyê Sînor ê Ovacikê jî dikin û xebatên pireya 3yemîn a li Xabûrê jî dest pê kir."