09 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku hêzên wan yên ewlehiyê kontrola sînorê Iraq û Sûriyeyê bi dest xistine û êdî şerê ku wan bi DEAŞê re dikir, qediya.
Ebadî li "Konferansa Medyaya Navneteweyî" ya ku bi destê Sendikaya Rojnamevanên Iraqê hat lidarxistin axivî. Ebadî got ku hêzên wan yên ewlehiyê kontrola sînorê Iraq û Sûriyeyê bi dest xistine û êdî şerê ku wan bi DEAŞê re dikir, qediya.
Ebadî berek nîşanî biryara Amerîkayê ya der barê Qudsê jî da û wiha got: "Maf û îmkanên tu kesî nîne ku Qudsê bidize."
Ebadî beriya vê daxuyaniyek din jî dabû û gotibû em vê biryarê qebûl nakin û ev wê li herêmê bibe sedema encamên nebaş.
Ji aliyê din ve Korgeneral Evdilemîr Yarullah daxuyaniyek da û got ku li hemû Iraqê DEAŞ hatiye paqijkirin.