Di navbera hêzên pêşmergeyan û milîtanên DÎŞIyê de duh li Mexmura navçeya Misûlê pevçûneke xurt derket. Di pevçûnan de 63 milîtanên rêxistina terorê DÎŞIyê hatin kuştin. Pêşmergeyan cesedên milîtanan bi dozeran ve kom kirin.
Tîma AAyê dîmenên herêmê kişand û di dîmenan de hat dîtin ku pevçûneke giran di nav wan pêşmerge û milîtanan de çêbûye.
Milîtanên DÎŞIyê yên ku gundê Siltan Evdilaha li ser navçeya Mexmurê di destê wan de ye xwestin ku şev êrîşê kozikên pêşmergeyan bikin. Lê pêşmergeyan bi çekên giran û alîkariya hêzên koalîsyonê ve êrîşê hedefên DÎŞIyê kirin. DÎŞI li ser vê êrîşê paş ve vekişiya û li dû xwe 63 cesed hîşt.
Pêşmergeyan cesedên milîtanan bi dozeran ve kom kirin û hat gotin ku ew ê piştî lêkolînan cesedan bin ax bikin.
- "Ji bo ku bêhn ji cesedan neyê em ê cesedan bin ax bikin"
Fermandarê Pêşmergeyan ê herêmê Ziryan Wasemî got ku agahiyek gihîştiye destê wan ku DÎŞI wê bi 150 milîtanan ve ji sê cihên cuda êrîşî pêşmergeyan bike. Wasemî daxuyand ku li ser vê agahiyê pêşmergeyan bi çekên giran û alîkariya hêzên koalîsyonê ve êrîşê hedefên DÎŞIyê kirin û milîtanên DÎŞIyê têk çûn û paş ve vekişiyan.
Wasemî wiha axivî: "Bi taybetî li gundê Tel raymê di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê de pevçûnên giran çêbûn. Pêşmergeyan bi destê xwe cesedê milîtanan ber hev kirin û xistin dozeran. Ji bo ku bêhn ji cesedan neyê piştî lêkolînan em ê cesedan bin ax bikin."
Navçeya Mexmurê ji ber ku nêzîkî Hewlêrê ye wek cihekî "stratejîk" tê dîtin. Rêvebiriya Kurdistanê ji bo ku Hewlêr talukeyê nebîne gelek pêşmerge û wesayîtên leşkerî sewqî herêmê kiribû.
DÎŞIyê di 10ê hezîranê de li Iraqê Misûl bi dest xistibû. Ji wê rojê pê ve pevçûn dewam dikin. Artêşa Iraqê ya ku milîsên şiî jî di nav wan de ye û pêşmerge ji bo ku axên di destê DÎŞIyê de ne rizgar bikin operasyonan li dar dixin. Hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wan Amerîka dike jî ji hewayê piştgiriyê dide Amerîkayê.