06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
EFRÎN/ANKARA
Tirkiyeyê li Efrînê şebekeyên avê yên ku YPG/PKKyê zirar dabûyê, temîr kir û şêniyên Efrînê jî ji nû va gihîştin avê.
Li Efrînê YPG/PKKya rêxistina terorê ji ber ku li gelek deveran çal kola û hendek vekir, zirareke mezin da şebekeyên avê û şêniyên navçeyê bê av hişt.
Bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va Artêşa Tirkiyeyê Efrînê ji destê mensûbên rêxistinê derxist û ji bo rihetiya şêniyên navçeyê jî xebatên nû dest pê kirin.
Ji wan xebatan yek jî temînkirina avê bû. Nêzî mehekê ye ku ji şebekeyên bajêr av naherike. Ekîbên Karên Avî ya Dewletê û Serokatiya Îdareya Av û Kanalîzasyonê (HATSU) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê mil dan hev û pirsgirêka avê bi şirîkatî hel kirin û ji sivîlên li navçeyê ra av anîn.

Ebû Îbrahîmê ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê got: "Hemd ji Xwedê ra ava me hat. Ev mehek e ku ava me tuneye. Em dixwazin nasên me û eqrebayên me vegerin ser mal û milkên xwe. Me niha dest bi şûştina cil û berg û xalîçeyan kir. Mehê bi qasî 4 hezar lireyê Sûriyeyê (Bi pereyê Tirkiyeyê 35-40 lire) ji me distendin. Yê nikaribûn bidin jî hebûn. Li Efrînê kesên feqîr zêde ne. Di heyama YPG/PKKyê da av, ceyran gelek biha bû."

Ebû Îbrahîm ji bo daxistina bihayê av û ceyranê bangî Tirkiyeyê kir û jê alîkarî xwest.
Jina bi navê Um Mihemedê jî dia li Tirkiyeyê kir û wiha pê da çû: "Nanê me, ava me anîn. Me cil û bergên xwe şûşt û paqij kir. Bila nan û ava me hebe ji bilî wê hewcedariya me bi tiştekî din tuneye."
- "Zirara ku PKKyê da tu kesî neda"
Ji şêniyên navçeyê Mihemed Bekir jî destnîşan kir ku PKKyê hemû şebekeyên avê yên li navçeyê xera kir û wiha got: "Pişt ku Tirk hatin vê derê şebekeyên me yên avê temîr kirin. Milet sarinc û embarên xwe bi avê tijî kirin."
Bekir got ku mensûbên Artêşa Tirkiyeyê û yên Artêşa Azad a Sûriyeyê rêzê nîşanî şêniyên Efrînê didin û rewşa gel niha baş e.