05 Adar 2016•Rojanekirin: 07 Adar 2016
HEWLÊR
Serokê Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komela) ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Elî Bapîr ji Tirkiyeyê re spas kir û got: "Em ji Tirkiyeyê re ji ber piştgiriyên ku dide Herêma Kurdistanê spas dikin. Têkoşîna wê ya li dijî PKKê nayê wê meneyê ku tedahî û zilm li kurdên Tirkiyeyê tê kirin."
Ofîsa Bapîr daxuyanî da û diyar kir ku Serokê Komelayê bi Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Farûk Kaymakçi re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de herdu aliyan jî qala têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re didomîne kir û li ser piştgiriya Tirkiyeyê sekinîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokê Komelayê Bapîr got: "Em ji Tirkiyeyê re ji ber piştgiriyên ku dide Herêma Kurdistanê spas dikin. Têkoşîna wê ya li dijî PKKê nayê wê meneyê ku tedahî û zilm li kurdên Tirkiyeyê tê kirin."