SANA
Hat ragihandin ku rêxistina El-Qaîdeyê balafirgeha Reyanê ya li Muqallaya navçeya Hadramewtê zeft kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin milîtanên El-Qaîdeyê balafirgeha Reyanê ya li Muqallayê bê şer bi dest xist.
Hat ragihandin ku milîtanên rêxistinê di wargeha hêzên hewayê ya di balafirgehê da bi cî bûn, wek mayîn jî îstasyoneke pêtrolê jî bi dest xistin.
Tê gotin ku piştî ku hêzên ewlekariyê ji dewrê hatin derxistin rêxistin bi rihetî di nav bajêr da digere. Beriya vê jî 400 kesên ku di nav wan da serokên rêxistina El-Qaîdeyê jî hene ji girtîgehê fîrar kiribûn.