HEWLÊR
Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) a ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî pêşengê wê ye bertekeke tund nîşanî Duran Kalkanê PKKyî da û diyar kir ku ew ji hedê xwe derketiye.
PDKê daxuyaniyeke nivîskî weşand û axaftina Kalkan a ku rêveberiya HKIyê wek dîktator sûcdar dike bi gotinên tûj ve bersivand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Kalkan ji hedê xwe derketiye" û "Heqê wî tuneye ku der barê xelkê herêma Kurdistanê de biaxive" û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Rêvebirê PKKê Duran Kalkan di kanala têlevizyona Med Nûçeyê de der heqê herêma Kurdistanê de bi nêrîna dijminekî axiviye. Der barê herêma Kurdistanê û xelqê wê de agahiyên ku ne rast in gotiye û ji hedê xwe derketiye. Gotinên wiha yên der heqê Kurd û Kurdistanê de pir bi talûke ne. Lazim e ku hemû alî bertekê nîşan bidin. Divê ji bo daxuyaniyên wiha destûr neyê dayîn."
Hat gotin ku xelkê kurd bi şerekî dîrokî re rû bi rû ye û di nav xelkê de ji bo bicihbûna demokrasiyê gav tên avêtin, herêma Kurdistanê roj bi roj pêşve diçe û dixwaze bigihêje cihê ku heq dike.
- "Ne diyar e ku ji kîjan miletî ye"
Hevokên axaftina Kalkan a der barê zaraveyên kurdî û êzdiyan de hatin bi bîr xistin û wiha hat gotin: "Ew kesê ku peyveke kurdî nizane, ne diyar e ji kîjan miletî ye û baweriya wî jî bi mafên xelkê Kurdistanê tuneye, nikare der heqê Kurdan de xeberbide, tu heqekî wî yê wisa tuneye. Kesekî wiha ji bo birêvebirina xelkê herêma Kurdistanê jî nikare biryarê bide û xeberde."
Rexneyên ji bo Kalkan bi van hevokan dewam kir: "Kalkan kî ye û bi kîjan curetî qala qedera xelkê Kurdistanê dike? Xelkê kurd ji bo nasnameya xwe bi sed hezaran cangorî da. Rastî qirkirinên wek Enfal û Helepçeyê hat. Wisa xuya dike ku Kalkan van tiştên hatine serê xelkê kurd kêm dibîne û dixwaze zêdetir perçe bibin. Armanca wî perçekirin û jihevdurxistina xelkê Kurdistanê ye. Kalkan bi kîjan aqlî tevgerên wiha dike? Ew wî heqî ji kê derê hildide ku qala êzdî, soran û badîniyan dike? Gelo heta îro dijminekî û yan jî hêzeke dagirker bi eşkere û bêedebî qala perçekirina kurdan kiriye?
Sûcdarkirina Kalkan a ku PDKê bi dîktatoriyê sûcdar dike bi zimanekî tûj hat rexnekirin:
"PDKê û Hewlêrê bi dîktatoriyê sûcdar dike. Em dixwazin vê yekê bipirsin: Gelo li Kurdistanê ji bilî PKKê partiyeke evqas bi înyad û tund heye. Li deverên ku di bin kontrola PKKê de ne meriv dikare qala kîjan azadiyan bike? Xebatên partiyê mimkun in? Li van deveran meriv dikare qala fikrên azad û çalakiyên li hemberî PKKyê bike? Gelo li cihên ku dest datîne serê girîngiyê dide fikr û ramana xelkê? Li van deveran gelo deng û rengên cihê derdikevin? Ew yê ku bi tundî, dîktatorî û înyadî tevdigere çawa dibe qala azadiyê dike?
- "Ji bo êzdiyan hêstirên derew dibarînin"
Daxuyaniyê de hat ragihandin ku êzdî der heqê pêşeroja xwe de xwedî biryar in û wiha hat gotin: "PDKyê di vê mijarê de tu zext li êzdiyan nekiriye. Ew hêstirên derewîn ên ku ji bo xwîşk û birayên me yên êzdî û Şingalê dibarînin ji bo wî xelkê mezlûm bi kêrî tu tiştekî nayê. Li van deveran tu kes bi qasî pêşmergeyên PDKê nehat kuştin. Dîsa jî me wek PDKyê tu zext li wan nekir. Xwîşk û birayên me yên êzdî ji bo pêşeroja xwe xwediyê biryara xwe ne."
Herî dawîn jî fikra Kalkan û yên wek wî difikirin hat rexnekirin û hat gotin ku ew xêrnexwazî ji ber fikrên dijminahiyê pêk tên.
- Dûran Kalkan çi gotibû?
Kalkan di hevpeyvîneke xwe ya ku da dezgeheke çapemeniyê ya nêzî rêxistinê de wiha xeberdabû:
"Kurdistana Başûr nabe ku tenê di bin rêveberineke siyasî de were îdarekirin û bibe yek. Ji ber ku di navê de pir zarava û komên nijadên cuda hene. Li Kurdistana Başûr dîktatoriya navendî naçe serî. Demokrasî dikare vê herêmê bike yek û li ser pêyan bihêle. Demokrasî jî ew e ku xelk tevlî rêveberiyê be û rêveberiya herêmî xurttir be. Ango 'divê meriv nebêje em ê Kurdistana Başûr tenê ji Hewlêrê bi rê ve bibin û rêveberî dê tenê li Hewlêrê be'. Divê Şengal, Kerkûk, Germiyan, Dihok û Silêmanî jî xwe birêve bibe. Heke wiha bibe Kerkûkê jî tevlî Kurdistanê bibe."