Hat ragihandin ku li Nîjeryayê, artêşê ji destê Boko Harama rêxistina terorê 687 jin û qîz xilas kirin. Hat gotin ku ji jin û qîzên ku hatin xilaskirin 214 kes ducanî ne.
Babatûnde Osotîmehînê ji xebatkarên Fona Serjimarê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Nîjeryayê got ku jin û qîzên ku hatin xilaskirin, li nexweşxaneyê ji kontrola tendûristiyê derbas kirin. Osotîmehîn got ku ji jin û qîzên ku hatin kontrolkirin 214 kes ducanî ne.
Osotîmehîn got ku di dema dîlîtiyê de, hemû jin û qîz rastî şideta psîkolojîk û dest dirêjiyê hatine û wiha dewam kir: "Divê ev însan di demeke kurt de bên tedawîkirin. Rewşa hin jinan ne baş e. Divê ev jin yek bi yek bên tedawîkirin."
Artêşa Nîjeryayê 3 operasyon biribû ser daristana Sambîsayê, di encamê de 687 jin û qîz xilaskiribûn.
-"Jin û qîz hatin kevirkirin"
Di vê navberê de hat gotin ku, milîtanên ku dîtin eskerên artêşê nêzî wan dibin, hin jin û qîz bi keviran kuştin.
Artêşa Nîjeryayê eşkere kiribû ku demek berê eyaleta Adamawa, Borno û Lobeyayê ji destê Boko Haramê xilas kirin.