24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya DYAyê destnîşan kir ku tirkmen li dijî DAEŞa rêxistina terorê "hêzeke şer a girîng e."
Berdevkê Wezareta Karên Derva Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên der barê rojevê da bersivand.
Toner destnîşan kir ku tirkmen li dijî DAEŞa rêxistina terorê hêzeke şer a girîng e û wiha xeberda: "Me berê jî çend caran gotibû. Tirkmen di têkoşîna dijî DAEŞê da hêzeke herêmî ya girîng e û em piştgiriyê bidin."
Toner der heqê operasyona ku li herêma tirkmenên Bayirbucakê bi alîkariya Rûsyayê bi destê rejima Esed tê meşandin da jî xeber neda.
Toner diyar kir ku nûçeyên der barê bûyerên mirinê da jî nedîtiye û wiha dewam kir: "Ji ber vê jî ez nikarin nûçeyên wiha piştrast bikim."