Wezareta Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku ew ji ber "Peymana Hîdrokarbonê" ya ku Hikûmeta Navendî ya Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li serê lihevkirin gelek kêfxweşin.
Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku DYAyê ji ber lihevkirina li ser peymanê rêveberiya Hewlêr û Bexdayê pîroz kir.
Hat diyarkirin ku bi saya peymanê him HKI û him jî Iraq dê pêşve biçe. Di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de jî ev peyman dê gelek bi kêr be.
Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê jî ji bo heman peymanê daxuyanî da û destnîşan kir ew ji ber lihevkirina Hewlêr û Bexdayê gelek kêfxweş bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku mijarên bi salane di navbera her du hêlan de pirsgirêkên bi saya peymanê hel bû û Tirkiye jî ji vê pir memnûn e.
Hat destnîşankirin ku ev peyman ji bo pêşveçûn û ewlehiya welêt dê gelek bi kêr be.