23 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
GAZÎANTEP
Li Cerablusa navçeya Helebê ya li Sûriyeyê pevçûnên di navbera rêxistina terorê DAEŞê û PYDyê dewam dikin.
Cerablus li hember Karkamişa navçeya Gazîentabê ye. Milîtanên DAEŞê li navenda Cerablusê ne û endamên PYDyê jî li gundê Zormagarayê ne. Pevçûna di navbera wan serê sibê xurttir bû.
Piştî pevçûnê dûyê ku li Cerablusê derket, ji navçeya Karkamişê jî hat dîtin.
Dengê çekan û teqînan li ser sînor tê bîhîstin.
Hêzên ewlehiyê li ser sînor tevdîrên xwe xurt kirin û hişyariyê didin welatiyan ku ew nêzîkî xeta sînor nebin.