Elif Orhan
29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2023
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Vê êrîşê car din rûyê tarî yê rêxistinên terorê yê ku sivîlên mesûm hedef digire nîşan da. Eşkere ye ku hedefa vê êrîşê ew nîne ku encamek bi dest bixe, hedefa wê ew e ku tenê û tenê ji ser xwîn û êrîşa mirovên mesûm li dinyayê dijî welatê me melzemeya propagandayê derxîne."
Di daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn de dan zanîn ku Erdogan êrîşa terorê ya ku li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê qewimî bi tundî şermezar dike, gotiye ku Xwedê rehma xwe li welatiyên ku di vê bûyera wehîm de mirin bike, serê eqrebayên wan û gelê me sax be.
- "Rêxistinên terorê rûyê xwe yê tarî car din nîşan dan"
Erdogan bal kişand ku ev êrîşên ku di vê meha remezanê ya mibarek de qewimîn nîşan dide ku teror bêyî ku baweriyan bide pêş çav, di nav qurbaniyên xwe de cudahiyê bike tevdigere û wiha axivî:
"Vê êrîşê car din rûyê tarî yê rêxistinên terorê yê ku sivîlên mesûm hedef digire nîşan da. Eşkere ye ku hedefa vê êrîşê ew nîne ku encamek bi dest bixe, hedefa wê ew e ku tenê û tenê ji ser xwîn û êrîşa mirovên mesûm li dinyayê dijî welatê me melzemeya propagandayê derxîne. Em li bendê ne ku dinya bi taybetî jî welatên rojava bi birêvebiriyên xwe, bi parlementoyên xwe, çapemeniyên xwe, saziyên xwe yên civakî yên sivîl re hember vê lîstika rêxistinên terorê êdî helwesteke biryardar nîşan bidin."
- "Em divê wek mirovahî dijî terorê têkoşîna hevpar bidin"
Erdogan got ku "Hêza Tirkiyeyê heye ku digel hemû bedêlên ku da di têkoşna xwe ya dijî terorê de heta dawî berdewam bike, dirayet û derfeta wî jî heye" û wiha axivî:
"Lê ez dixwazim bi bîr bixim ku çalakiyê bi vî rengê dijî 79 milyon welatiyên Tirkiyeyê û 7,5 milyar mirovî hemû ye. Îro bombeyên ku li Stenbolê teqiyan dibe ku li gor karaktera xaîn a terorê, li bajarekî din ê dinyayê, li balafirgehekî din jî biqewimiya.
Bila her kes ji vê yekê bawer be ku ji bo rêxistinên terorê tu ferqa Stenbol û Londonê, ya Enqere û Berlînê, ya Îzmir û Şîkagoyê, ya Antalya û Romayê tune. Heke em hemû dewlet, hemû mirovahî dest nedin destê hev û dijî rêxistinên terorê têkoşîneke hevpar nekin dê ew îxtimalên ku em ditirsin ku îro bînin hişê xwe jî dê yek bi yek çêbin. Ez hêvî dikim ku êrîşa Balafirgeha Ataturkê di serî de welatên rojava bila li hemû dinyayê ji bo têkoşîna ku dê dijî rêxistinên terorê bê dayîn bibe destpêkek û qonaxek."
Serokomar Erdogan got ku Xwedê rehma xwe li welatiyên ku di êrîşê de mirin bike, şifaya xêrê bide birîndaran û got ku "Serê gelê me sax be."