28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
ANKARA
Nûnerê Tirkiyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omer Meranî diyar kir, dibêjin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dizîka va pêşengtiyê dike ku PKK li Silêmaniyê bi cih be û wiha dewam kir: "Lêbelê Mesûd Barzanî destûrê nade vê yekê. Di rewşeke wiha da talûkeya herî mezin û tehdît li ser me ye. Lewra hedefa sereke ya rêxistinê em in."
Meranî ji nûçegihanê AAyê ra behsa îdiayên ku dibêjin PKKya rêxistina terorê piştî operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) zeîf bûye û wê baregeha xwe ji Qendîlê bikşîne Silêmaniyê kir.
Meranî diyar kir, dibêjin ku daxwazeke rêxistina ya bi vî şeklî heye û ew jî vê yekê ji nêz va dişopînin. Meranî destnîşan kir, ne pêkan e hikûmeta ku di bin rêvebiriya Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da ye, destûrê bide vê yekê.
Meranî diyar kir, heke na ew ê bi talûkeyeke mezin ra rû bi rû bimînin û wiha dewam kir:
"YNKya ku di gotina Îranê bi rê va diçe, dibêjin dizîka va rêbertiyê dike ku PKK li Silêmaniyê bi cih be, lê Serok Mesûd Barzanî destûrê nade vê yekê. Di rewşeke wiha da talûkeya herî mezin û tehdît li ser me ye. Lewra hedefa sereke ya rêxistinê em in. Tehdîta herî mezin a PKKê a li dijî me, hebûna me ya siyasî ye. Em ê demekê şûnda ji bo serxwebûnê referandûmê bikin, lê rêxistin vê yekê naxwaze. PKK timî li dij bû ku li Iraqê dewleteke kurdan ava bibe, niha jî li dij e. Ew jî dizanin ku heke Barzanî nebe, dewlet jî nabe.
- "PKK ji bo kurdan tekoşinê nade"
Meranî got ku PKK ji bo mafên kurdan têkoşînê nade û wiha axivî: "Di bingeha vê de sedemên herêmî hene. Îrana ku di nav wan dewletên Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de cih digre naxwaze dor bê wê. Ji ber wê dixwaze ku aloziya li Sûriye û Tirkiyeyê dewam bike."
Meranî behsa bûyerên li bajarên Rojhilatê û Başûrê Rojhilatê kir û wiha dewam kir: "Dewletên li herêmê jî di nav vê pêvajoya pevçûnê de cih digrin. Îran nikare rasterast tiştekî bike. Heke bike herdu dewlet wê şer bikin. Ji ber vê bi destê rêxistinê armanca xwe pêk tîne. Zirara herî mezin jî wek berê dîsa digihêje kurdan. Cih û warên xwe terk dikin. Li metropolan an asîmîle dibin, an jî jiyaneke ku naxwazin dijîn. Kurdên ku bi aqlekî selîm tevdigerin wê piştgiriyê nedin rêxistinê. Rêxistinê li bajaran piştgiriya ku bendê bû hilneda."
Meranî anî ziman ku ji hêla siyasî ve tesîrê wê li ser HDPê çêbibe û wiha axivî: "Kurdan piştgirî neda rêxistinê. Piştî du hilbijartinan HDP wê bibe partiyeke çepgir û wê nebe partiya kurdan."
Meranî destnîşan kir li Tirkiyeyê ji ber hevdîtinên bi siyasetmedarên kurd ra kir da bi tawanbariya alîgirê AK Partiyê hat sûcdarkirin û wiha dewam kir: "Ev heval dibêjin ku em pesnê AK Partiyê didin, ez jî ji wan ra dibêjim 'Hûn beriya vê hikûmetê rastî tedayiyê hatin û di girtîgehan da hatin bicihkirin. Heqê we yên siyasî ji destê we hatin sitendin. De ka bibêjin heta îro tu hikûmeteke ku bi qasî vê hikûmetê karên xweş û baş kiriye heye? Ew jî dibêjin 'rast e' em bi tenê rastiyên ku dibînin dibêjin. Derdekî me yê ku em pesnê hikûmetê bidin û xwe nêz bikin tuneye."
Nîqaşên li ser pergala serokatiyê jî di rojeva Meranî da cih girt û ji bo wê jî got: "Pergala serokatiyê ya ku daxwazeke federal tunebe wê bi kêrî gelê kurd jî bê. Lewra mafên demokratîk û rêveberiyên herêmî wê çêtir derbikevin pêş. Li ser hûrgiliyan pergala serokatiyê hêj nîqaş nehatine kirin, lê tiştekî ecêb e ku li dijî pergalê derdikevin."
- "Îran, ji ser YNK û Goranê dixwaze li vir bibe xwedî gotin"
Meranî rewşa siheta Serokê YNKê Celal Talabanî bi bîr xist, ragihand ku ew ji siyasetê dûr ketiye lê partiya wî bûye 3 hîzb û ev yek jî herî zêde bi kêrî Îrana ku dixwaze li Rojhilata Navîn bigihêje armanca xwe tê û wiha dewam kir: "Îran ji bo ku li Rojhilata Navîn bigihêje armancên xwe PKK, Tevgera Goranê ya ku li ser rêça wan siyasetê dike û YNKê bi kar tîne. YNK û Goran bi emrên Îranê tevdigerin. Îran ji ser van herdu hîzban tevlî karên me yên navxweyî jî dibe. Dema ku wezîrên Goranê yên di meclisê da ji wezifeyê hatin dûrxistin Îran ket dewrê û peyam da û xwest ku bila hikûmeteke nû bê avakirin lê hikûmeta federal ev yek qebûl nekir.
Hikûmeta me wexta ku dil dike ji bo herêma me gaveke bikêr biavêje jê re astengî tê derxistin. Kî wê astengiyê derdixe? Îran. Çawa derdixe? Ji ser YNK û Goranê derdixe lê ev herdu hîzb jî dizanin ku wê gel bertekê nîşanî vê tevgera wan bide û ji ber vê jî ji ser çapemeniyê peyamên cihê didin."