06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê DYAyê Mark Toner daxuyand ku ew piştgiriyê nadin daxwaza PYDya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê PKKê ya ku dibêje li Sûriyeyê federasyonê ava bikin, ew dixwazin yekîtiya Sûriyeyê bê parastin.
Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de behsa konferansa ku wê di dawiya hefte de bê lidarxistin û mijara wê avakirina federasyona yekalî a li Sûriyeyê ya PYDê ye.
Toner got divê gelê Sûriyeyê biryara dahatûya xwe bide û divê yekîtiya Sûriyeyê bê parastin.
Toner destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku hejmara wê 2254 e û dibêje divê gelê Sûriyeyê dahatûya xwe tayîn bike û wiha dewam kir: "Heke ku eşkere bê gotin em dixwazin yekîtiya Sûriyeyê bê parastin. Em piştgiriyê didin ku li Sûriyeyê pergaleke demokratîk a ku hemû koman di xwe de dihewîne pêk bê. Em naxwazin komek rabe sînorên xwe û pergala xwe ava bike."