05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
WASHINGTON
Alîkarê Serokê DYAyê Joe Biden peywendiyeke têlefonê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat belavkirin, Biden îro bi Barzanî re li ser têlefonê axivî.
Di hevdîtinê da Joe Biden, di mijarên wek têkbirina DAEŞê û li Iraqê pêkanîna îstîqrara mayinde ji bo Barzanî bi hikûmeta Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re hevkarî kir, spasiya xwe ragihand.
Biden û Barzanî li ser giringiya rizgarkirina Mûsil û herêmên din ên di destê DAEŞa rêxistina terorê sekinîn. Herwiha hat gotin ku divê li hemberî yekperçebûna ax û serweriya Iraqê rêz bê giritin û hemû operasyonên eskerî di vê çarçoveyê da bên kirin.