Muhammet Kurşun
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê rewşa Rojhilata Navîn de got: "Em li herêma xwe aştî, aramî û îstiqrarê dixwazin. Em dixwazin ji şer dûr jiyaneke mureffeh derbas bikin. Em cografyayeke wisa dixwazin ku şerê navxweyî çênebin, tu kes ji ber bawerî yan jî nasnameya xwe ya neteweyî ve rastî zext û zordariyê neyê û herkes bi hev re di nav aştiyê de û bi îstiqrar bijî."
Erdogan berî ziyareta Kuweytê daxuyaniya da ajansa resmî ya vî welatî KUNAyê û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Serkomar diyar kir ku ew dixwazin Tirkiye û Kuweyt tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin û bi hev re pêş bikevin.
Herwiha der barê dewletên Kendavê jî "Giravên îstiqrarê yên di cografyaya tijî problem de" pênase kirin û wiha got: "Em li herêma xwe aştî, aramî û îstiqrarê dixwazin. Em dixwazin ji şer dûr jiyaneke mureffeh derbas bikin. Em cografyayeke wisa dixwazin ku şerê navxweyî çênebin, tu kes ji ber bawerî yan jî nasnameya xwe ya neteweyî ve rastî zext û zordariyê neyê û herkes bi hev re di nav aştiyê de û bi îstiqrar bijî. Em dixwazin ku welatên Kendavê jî digel vê daxwaz û baweriya me ne."