Muhammet Kurşun
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku rêxistina terorî PKKyê li bajarê Efrînê yê bakurê Sûriyê 2 keçên zarok revandin û eqûbeta wan ne diyar e.
Li gor xebera malpera resmî ya PDKyê, Çalakvanê Siyasî Hesen Xeyrî ragihand ku Fîdan Silêman Mistefa û Roza Hemo Elî Umer ku herdu jî 15 salî ne û ji gundê Kolîko yê ser bi Efrînê ne, ji mektebê hatine revandin.
Hesen Xeyrî diyar kir ku PKKyê zarok birine eskergehê û dixwaze wan bişîne şer.
Li gor saloxdana Hesen Xeyrî malbatên zarokan ji PKKyê daxwaz kirine ku keçên wan serbest bihêle lê belê rêxistinê cewaba wan bi neyênî daye û amadehiyê dike ku wan bişîne bereyê şer.