Ekip
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas li ser biryara Amerîkayê got: "Amerîkayê êdî di pêvajoya aştiyê (Îsraîl-Filistîn) da xwe ji wesfê xwe yê navbeynkariyê kir."
Mehmûd Ebas li Zîrweya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya Neasayî ku bi mazûvaniya Tirkiyê hat kirin axivî.
Serokê Dewleta Filistînê Ebas got ku heke Qudis nebe paytextê Filistînê aştî û îstiqrar çênabe.
Li ser biryara Amerîkayê Ebas wiha nirxandin kir: "Amerîkayê êdî di pêvajoya aştiyê (Îsraîl-Filistîn) da xwe ji wesfê xwe yê navbeynkariyê kir. Em ê di pêşerojê da tu wextê destûrê nedin ku Amerîka di pêvajoya aştiya siyasî da cî bigire."
Serokê Dewleta Filistînê Ebas herwiha got: "Divê em bi hemû hêza xwe va bixebitin ku Filistîna di bin îşxalê da ye wekî dewlet were nasîn. "