03 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
RAMALLAH
Hat ragihandin ku Îsraîlê ji serê cotmehê vir da 800 zarokên filistînî binçav kir.
Serokê Heyeta Hêsîrên Filistînê Îsa Karakî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku ji serê cotmehê vir da bi hinceta "kevirkirina hêzên Îsraîlê" 800 zarokên filistînî hatin binçavkirin.
Karakî destnîşankir ku bi hovîtî û zilmeke mezin li kesên biçavkirî dikin.
Li gor daneyên Heyeta Hêsîrên Filistînê, Îsraîlê ji sala 2000î vir da 8 hezar û 500 zarokên filistînî binçav kir. Li gor daneyên fermî di girtîgehên Îsraîlê da 6 hezar û 500 girtiyên filistînî hene.