Muhammet Kurşun
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
DEWHA
Hat ragihandin ku di navbera Qeter û Emrîkayê de ji bo rêgirtina li ber fînansmana terorîzmê mutabeqet hat îmzekirin.
Wezîrê Derveyî yê Qeterê Mûhemmed Bin Ebdurrehman Al Sanî, Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Rex Tillerson li li Dewhayê kom bûn.
Piştî kombûnê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û Tillerson diyar kir ku bi hemtayê xwe yê Qeterê re mutabeqeta ku mucadeleya li dijî fînansmana terorîzmê li xwe digire îmze kirine.
Tillerson wiha got: "Mutabeqet, fêkiyê hevdîtinên herdu aliyan e ku bi hefteyan dewam kirin. Di heman demê de ev peyman biryardariya Qeterê ya ji bo rêgirtina li ber fînansmana terorîzmê jî nîşan dide."
Ebrurrehman jî got di hevdîtinê de li ser hin mijaran gihîştine rêkeftinê û xala serekî ya civînê jî îmzekirina mutabeqeta ji bo rêgirtina li fînansmana terorê bû.