BRUKSEL
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Parlamentoya Ewropayê der barê biryara referandûma serxwebûnê de got: "Gelek caran dibe ku tesewwireke wisa çêbibe eger referandûm were kirin û Kurdistan serbixwe bibe dê asayişa herêmê têk biçe. Lê berevajiyê vê rast e. Metirsiya wê yekê heye ku eger referandûm çênebe herêm bi problemên mezin re rûbirû dimîne. Wê demê dê asayiş û îstiqrar têk biçe."
Barzanî li Parlamentoya Ewropayê li ser referandûma serxwebûnê axivî û cewaba pirsên parlamenteran da.
- "Eger referandûm nebe dê şerekî bixwîn derkeve"
Di axaftina xwe de li ser serboriya kurdan bi Iraqê re sekinî û wiha agahî dan:
"Bi hemû pêkhateyan wek xelkê Kurdistanê me li Bexdayê gelekî hewl da ku Iraqeke demokratîk û federal ava bikin, lê em bi ser neketin. Em wek xelkê Kurdistanê ji sed salî zêdetir e hewl didin ku şirîkatiyê û Iraqeke demokratîk û federal ava bikin. Lê mixabin encameke vê nebû."
Barzanî li ser awayê têkiliyên wiha pê de çû:
"Têkiliyên me bi Iraqê re di 2 qonaxan de ye. Yek jê heta 2003an, ya din jî piştî 2003an. Qonaxa yekê heta 2003an Sunniyan hukim dikir, ya duyem jî ji 2003an heta niha Şiî hukim dikin. Di qonaxa yekem de me misilman anîn serê Iraqê me nehişt bikeve destê Tirkiyê. Iraqê padaşa me da û gundên me wêran kirin, Enfal bi serê me de anî. Di qonaxa duyem de jî em bûn sebeb ku Şiî bêne ser hukim. Ew jî ketin pey dijminiya Kurdistanê û nanê xelkê birîn. Madem me nekarî bibin şirîk divê em bibin du cîranên baş. Eger ev nebe asayiş û emniyeta herêmê bi giştî têk diçe. Şerekî bixwîn dê dest pê bike."
Der barê pêvajoya serxwebûnê û tifaqê de jî wiha nirxandin kir:
"Tecrubeya hemû milletên dinyayê derxistiye ku bi taybetî li Ewropa, yekîtî yan cudabûna bi zorê ser nagire. Di destûra Iraqê de jî hatiye, pabendbûna bi destûrê pabendiya dewleta yekgirtî û federalî diparêze. Loma destûr jî heq dide me ku biryara serxwebûnê ragihînin. Di destûrê de kurdan bi rêjeyeke bilind beşdarî kiriye û gotiye erê."
- "Paşde gav avêtin tuneye, dê referandûm çêbe"
Barzanî dubare kir ku dê referandûm di wextê xwede çêbe û wiha dewam kir:
"Em şanaziyê bi çanda xwe dikin. Netewe û pêkhateyên cuda cuda li Kurdistanê hene. Referandûm jî biryara hemû xelkê Kurdistanê ye. Me wek kurd, tirkmen, asûrî, suryanî, kildanî û erebên di nav me de dijîn biryara referandûmê daye. Dema xelkê Kurdistanê biryar da em dixwazin bi Bexdayê re bikevin diyalogê. Lê biryara ku ji bo 25ê Îlonê hatiye dayîn dê were bicihanîn. Paşde gav avêtin di vê mijarê de tuneye. Em jî dixwazin azad bin, serbixwe bin wek hemû xelkên dinyayê.
Li ser xetereyan jî wiha axivî:
"Gelek caran dibe ku tesewwireke wisa çêbibe eger referandûm were kirin û Kurdistan serbixwe bibe dê asayişa herêmê têk biçe. Lê berevajiyê vê rast e. Metirsiya wê yekê heye ku eger referandûm çênebe herêm bi problemên mezin re rûbirû dimîne. Wê demê dê asayiş û îstiqrar têk biçe. Em naxwazin ew derdeserî û felaketên ku nifşa me û nifşa berî me dîtine bo neviyên xwe bihêlin. Em jî dixwazin zarokên me bixwînin û azad bin wek hemû xelkên dinyayê. Nizanim çima bo hemû xelkên cîhanê ew heq heye ku azad bin lê ji bo xelkê me tuneye."
- "Ez ji pêşeroja Mûsilê ne bihêvî me"
Der barê Mûsilê de jî Barzanî wiha got:
"Di nava Mûsilê de tu tax di destê DEAŞê de nemaye. Lê mixabin ziyana xelkê sivîl pir pir zêde ye. Fikr û raya me ew bû ku digel plana eskerî plana îdarî jî hebe. Lê mixabin plana duyem çênebû. Ez gelekî ditirsim û bi fikar im ku gelek bûyer li Mûsil û dorûbera wê rû bidin. Ew faktorên ku 3 sal berê bûn sedem DEAŞ Mûsilê bigire, eger niha ne zêdetir bin ne kêmtir in. Loma ev tirsa min heye. Pêşmerge neçû nav Mûsilê. Lê Heşda Şebî hin tişt kirine ku loma ez ditirsim ku problemên mezintir derkevin."
Der heqê helwesta Pêşmerge û xwedîderketina li penaberan de jî wiha got:
"Pêşmerge di şerê DEAŞê de 30 hezar kîlometre çargoşe ax rizgar kir. Em şanaziyê bi Pêşmerge dikin. DEAŞ têk şikand. Pêşmerge di şer de 15 hezar terorîstên DEAŞê kuştine. Halê hazir 2 milyon penaber li Herêma Kurdistanê dijîn. Bi sedan pêşmergeyî canê feda kir da ku wan penaberan ji DEAŞê biparêzin. Herwiha herêmên penaberan rizgar kirin."
- Pirs û bersiv
Barzanî ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku piştevan bin û wiha axivî:
"Em ji dostên xwe dixwazin ku piştevaniya me bikin. Eger ji ber sedemekê piştgiriyê nedin jî qe nebe bila li dijî me nesekinin. Em ji niha ve we dawet dikin ku nûnerên we bên û beşdar bibin wek çavdêr. Ev ji bo me rojeke tarîxî ye. Referandûm ji bo Serxwebûnê ye. Emê piştî referandûmê bi hemû aliyan re bikevin guftûgoyê. Mijara sînoran, petrolê û avê gelek tişt hene werin axaftin. Rojek piştî referandûmê serxwebûn bi dest nayê, lê ev gav ji bo serxwebûnê tê avêtin."
Li ser pirseke "Hemû kurd muttefiq in li ser serxwebûnê" wiha cewab da: "Tu ji kîjan kurdî bipirsî, bi dilê wî ye. Kurdekî tesewwir nakim ku li dijî serxwebûnê be"
Pirsa li ser çavkaniya darayî jî wiha bersivand:
"Em pişta xwe tenê nadin petrolê. Helbet dewlemendiyeke me ya di wî warî de heye. Lê em tenê bi wan namînin, çandinî û kartên din jî hene."
Der barê wextê referandûmê de jî rexne li daxuyaniyên berpirsên Yekîtiya Ewropayê girt û wiha axivî:
"Em dixwazin dostên me piştgiriya me bikin. Eger dibêjin ne wext e, naxwe bila bibêjin wext kengê ye. De şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem û în be naxwe kengê ye?"
Li ser helwesta Tirkiyê jî got: "Kes nez nake xeletiyê bike. Eger li gor wan xelet be li gor me rast e. Bi raya me ne xelet e. Me di 20 salên derbasbûyî de isbat kir ku em amilê istiqrarê ne. Em dostê Tirkiyê ne. Em naxwazin bi Tirkiyê re rastî tu probleman werin. Feqet bi raya me biryareke gelekî rast e. Eger kesek bizane tiştê dike xelet e, xeletiyê nake.
Li ser nîqaşên navxweyî û rewşa Goranê jî Barzanî wiha agahî dan:
"Di hilbijartina dawîn ya Herêma Kurdistanê de PDKê ji hemû partiyan zêdetir deng stendin. Lê îttifaq hat kirin ku hemû bi tefahumê bimeşin. Lê Goranê xwest di 23ê Hezîran û 19ê Tebaxê de derbeyê bike. Me heta dawiya meha 9an tehemmula vê yekê kir. Lê ewan êrişî baregehên PDKê kir, ew şewitandin û gelek endamên PDKê kuştin. Herî dawîn me 12ê Çiriya Pêşîn a 2015an ji naçarî tevdîr wergirt. Eger na Serokatiya Parlamentoyê ne heqê Goranê bû."
Heyet digel Barzanî, ji Waliyê Kerkûkê û Endamê Polîtburoya YNKê Necmeddîn Kerîm, Endamê Polîtboruya PDKê Hoşyar Zebarî, Endamê Rêveberiya Yekgirtûyê Mihemed Hewdiyanî, Nûnerê Tirkmenan Mihemed Sadedîn Îlhanî, Nûnerê Xristiyanan Wehîde Yaqû Hurmiz û Nûnerê Êzidiyan Şêx Şamo pêk hatibûn.
news_share_descriptionsubscription_contact


