Muhammet Kurşun
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Fermandeyê Koalîsyona li Dijî DEAŞê ya bi pêşengiya Emrîkayê General Stephen Townsend, diyar kir ku piştî girtina Mûsilê Emrîka jimara eskerên xwe kêm nake û piştî têkçûna DEAŞê jî dê koalîsyon li wî welatî bimîne.
Townsend, bi rêya vîdeo konferansê girêdan bi Washingtonê re kir û der barê operasyonên li Iraq û Sûriyê dijî DEAŞê tên meşandin nirxandin kirin.
- DEAŞ li Mûsilê danûstendinên ji bo teslîmbûnê dike
Townsend, destnîşan kir ku DEAŞ li hin herêmên Mûsilê li ber xwe dide û paqijkirina wê bi temamî dibe ku çend hefteyan bidome.
Der barê çekdarên DEAŞê yên mayî de Townsend got ew texmîn dikin qederê 200 milîtanî mabin û çekdarên mayî jî ji bo teslîmbûna Artêşa Iraqê dixwazin danûstendinê bikin.
Townsend wiha axivÎ:
"Îro piştî nîvro hin ez dizanim ku hin çekdarên DEAŞê ji bo teslîmbûnê bazarî dikirin. Cewaba fermandeyên Iraqê jî dişibihîn cewabên şerê me yê navxweyî. Ez ji vê yekê kêfxweş bûm. Fermandeyên Iraqê gotine bêyî şert teslîm bibin."
- Dê hebûna Emrîkayê li Iraqê bidome
Fermandeyê Emrîkayê got piştî girtina Mûsilê Emrîka jimara eskerên xwe kêm nake û piştî têkçûna DEAŞê jî dê koalîsyon li wî welatî bimîne.
Townsend wiha dewam kir:
"Mûsil serkeftineke mezin û muhîm e. Lê hin cihên ku ji DEAŞê werin paqijkirin li Nînowayê hê jî hene. Navenda navçeya Telaferê ku qelebalix e di destê DEAŞê de ye. Divê rojavayê Enbarê were paqijkirin. Loma hê gelek heye ku ev şer biqede. Loma di demeke nêz de çavnêrî nakim ku jimara eskerên me biguhere. Lewra hê gelek karên zehmet mane ku koalîsyon û iraqî bikin."
Piştî DEAŞê jî Townsend got Emrîka û hikûmeta Iraqê dixwazin hêzên koalîsyonê û Emrîkayê li Iraqê bimînin.
Ji bo rewşa 2011an a piştî vekişîna eskerên Emrîkayê ji Iraqê dubare nebe Townsend destnîşan kir ku divê koalîsyon û Emrîka li herêmê bimînin û piştî DEAŞê jî dê rola wan biguhere, zêdetir perwerdehî û pirçekkirinê bikin.
Li ser kuştina Bexdadî jî wiha got: "Tu delîlên li ser kuştin an jî saxbûna Bexdadî di destê min de tunene. Tu îşaretên ew an jî cesedê wî li ku ye jî tunene."
- Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê
Der heqê pirseke referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî Townsend wiha nirxandin kir:
"Li welat halê hazir di navbera komên cuda de şer heye. Gava Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê dê pirsgirêkeke nû li ser pirsgirêkan zêde bike. Di vê mijarê de pozisyona hikûmeta me ew e ku ji aliyê operasyonên dijî DEAŞê baş nabe. Helbet ji bo şerê koalîsyon û dinyayê yê li dijî DEAŞê ne tiştekî baş e. Dê tesîra vê rewşê ili ser operasyonên dijî DEAŞê çêbibe."
- Xerabûna li aliyê rastê Mûsilê du qatê aliyê çepê ye
Li ser xerabûna Mûsilê jî wiha got:
"Em dizanin wêraniyek muhîm a ku DEAŞ, Artêşa Iraqê û koalîsyon bûne sedem heye. Li aliyê rojava xerabûneke muhîm heye. Du qatê rojhilat xerabûn heye. Me li rojhilat 100 rojî şer kir. Piştî 100 rojî li cebheyê rojhilat hêzên dost zû pêşde çûn. Me dît texrîbat û windahiyên sivîl kêmtir bûn. Lê dema cebhe sekinîn û du alî bi awayekî sabit bi rojan şer kirin xerabûna jêrxaneyê û windahiya sivîlan jî çêbû. Li rojavayê Mûsilê wisa çêbû.
Townsend, got şerê rojava 142 rojan dewam kir û xerabûneke bi vî şiklî ew ecêbgirtî nehiştiye.