Muhammet Kurşun
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2017
MOSKOVA
Wezîrê Derveyî yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihand ku Emrîka û Rûsya ji bo agirbesta li rojavayê başûrê Sûriyê gihîştine rêkeftinê û dê peyman 9ê Tîrmehê bikeve dewrê.
Lavrov, der barê hevdîtina Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de li Zîrweya Serokan G20ê daxuyanî da.
Lavrov diyar kir ku Emrîka û Rûsya ji bo agirbestê gihîştine rêkeftinê û wiha agahî da:
"Peyman, agirbesta li bajarên Dera û Quneytirê yên li rojavayê başûrê Sûriyê digire nav xwe. Dê 9ê Tîrmehê bi seeta Şamê 12.00an bikeve dewrê."
Herwiha destnîşan kir ku Emrîkayê der barê pabendbûna komên milîtan de we'd daye û dê ewlehiya li cihên bêpevçûnê ji aliyê polêsê eskerê Rûsyayê bi kordîna Urdin û Emrîkayê ve were pêkanîn.