Muhammet Kurşun
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Rex Tillerson, der barê mutabeqeta Emrîka û Rûsyayê de ya li ser agirbesta Sûriyê got: "Bawer im ev îşareta yekem e ku Emrîka û Rûsya li Sûriyê dikarin bi hev re bixebitin."
Tillerson, piştî hevdîtina Trump û Pûtîn daxuyanî da û got ji bo "peymana bêşeriyê" li rojavayê başûrê Sûriyê li hev kirine.
Tillerson destnîşan kir ku herêma bêşeriyê ewlehiya Urdinê jî tehdîd dike û got: "Ew jî parçeyekî aloz yê qada şerê Sûriyê ye" û anî ziman ku Emrîka û Rûsya dikarin li Sûriyê bi hev re bixebitin.