Sevim Hatun
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
SILÊMANÎ
Heyve Sor a Tirkiyeyê li baxçê Wargeha Xwendekarên Qîz a li Helebçeya navçeya Silêmaniyê ku di erdhejê de lê xisar çêbûbû, 45 kon ji bo xwendekaran vekir.
Serokatiya Rêveberiya Heyve Sor a Tirkiyeyê, Afad û Rewşa Acil piştî erdheja li ser sînorê Iraq-Îranê di 12ê mijadarê de çêbû û lerza wê 7,3 bû 66 tir alîkariya însanî gihand herêmê.
Ekîbek girêdayî Heyve Sor a Tirkiyeyê li baxçê Wargeha Xwendekarên Qîz a li Helebçeyê ku di erdhejê de rûxiya bû, 45 kon vekirin. Xwendekar wê bi şev li vir bimînin.
Serokê Delegasyona Heyve Sor a Tirkiyeyê yê Iraqê Goksen Yenîgul ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ji roja ewil a erdhejê vir va li herêmê ne û wiha dewam kir: "Di Wargeha Xwendekarên Qîz a li Helebçeyê de ji ber erdhejê xisarek mezin çêbû. Ji ber vê yekê me ji bo xwendekaran 45 kon anîn vir."