NEW YORK
Hevdîtina ku dê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro bi lijneya Kongreya Cihûyên Cîhanê ya di bin serokatiya Ronald S. Lauder de re bikira betal bû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin, lijneya Kongreya Cihûyên Cîhanê berê ji bo ku Serokomar Erdogan re hevdîtinê bike randevû sitand. Lijneyê ji ber ku vê sibê xwest ku saeta randevûyê biguherîne hevdîtin hat betalkirin.
Li gor bernameyê dihat payîn ku lijneya Kongreya Cihûyên Cîhanê bi saeta New Yorkê îro di saet 10.45an de li Otêla The Peninsulayê bi Erdogan re hevdîtinê bike. Lê belê rayedarên Kongreya Cihûhên Cîhanê vê sibê bi rayedarên Serokomariyê re têkilî danîn û xwestin ku hevdîtinê taloqê rojek din an saetek din bikin.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan ji ber tijebûna bernameya xwe nekarî randevûyek din bide vê daxwaza ku di kêliya dawîn de hat. Ev yek jî bû sedem ku hevdîtina bi lijneya kongreya Cihûyan a Cîhanê re bê betalkirin.