HEWLÊR
erokwezîrê Herêma Kurdistana İraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ku "Em wek hikûmet bawer nakin ku di navbera Tirkiye û DÎŞIyê de tu hevkarî hebe. Tirkiyeyê teqez li hember hikûmeta Kurdistanê û kurdan piştgirî nedaye DÎŞIyê."
Barzanî li Walîtiya Dihokê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku serbestberdana xebatkarên Serkonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê em gelek kêfxweşkirin û wiha axivî: "Di serbestberdana xebatkarên konsolosxaneyê de wek birêvebirina Kurdistanê tu mudaxale û rola me çênebûye. Ew kesan gihan malbat û xizmên xwe û vê yekê jî em gelek kêfxweş kirin."
Nêçîrvan li ser pirsa 'Gelo Tirkiye piştgiriyê dide DÎŞIyê' got ku ev yek bêbextiyek e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em wek hikûmet bawer nakin ku di navbera Tirkiye û DÎŞIyê de tu hevkarî hebe. Em wisa bawer dikin ku ev bêbextiyek e. Ev bi tu awayî rast nîne. Tirkiye cîranekî me yê girîng e. Her dem arîkariya herêma Kurdistanê kiriye û di demên me yên dijwar de xwe gihandiye hawara me. Em dixwazin ku têkiliyên me pêş bikevin û bên asteke çêtir."
-"Me pêşmerge neşandin Kobanêyê"
Barzanî der barê rewşa bakurê Sûriyeyê de jî got ku bajarê Kobanêyê ya ku niha di hedefa DÎŞIya rêxistina terorê de ye mijara hemû kurdan e û wiha axivî: "Drama gelê me yê wir me hemûyan eleqedar dike. Em wek hikûmeta Kurdistanê bi tundî êrîşên DÎŞIyê şermezar dikin. Me pêşmerge neşandin Kobanêyê. Heke hewce bike em dê bişînin. Em vê dê bi awayekî cidî binirxînin. Lê belê li pêşiya me astengiyên erdnîgariyê hene."
Barzanî destnîşan kir ku DÎŞI li hember pêşmergeyan di gelek eniyan de têk çû û da zanîn ji bo ku rêxistina terorê ji holê rakin hewceyê hewldaneke navneteweyî heye.
Barzanî got ku hevdîtinên di navbera hikûmeta Bexdayê û lijneya ku ji bo îxrackirina neftê li hev bikin, peywirdar kiribûn berdewam dikin û em hêvîdar in ku bigihêjin encamekî.
Barzanî ragihand ku li Dihokê 850 hezar penaber dimînin û da zanîn ji bo ku hemû hewceyiyên penaberan pêk bînin ji civaka navneteweyî arîkariyê dixwazin. Barzanî xwest ku hikûmeta Bexdayê jî di vê mijarê de çi dikeve li ser milên wê bila bi cî bîne.