Muhammet Kurşun
31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Gozyaşi û malbata wê kir mêvan.
Di ezimandina li Kulliyeya Serokomariyê de, Gozyaşî (navekî Tirkî bi me'neya hêsir-firmêsk), xwişka wê Sidre û bavê wê Mamûn Xalid Nasir amade bûn.
Serokomar Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan qederekê bi Gozyaşi re sohbet kirin û diyariyên curbecur danê.
- Çîroka Gozyaşî
Bavê Gozyaşî Nasirê 27 salî di êrişa balafirên şer ên aîdî rejima Sûriyê li Îdlibê kir du lingên xwe, tiliyên xwe yên destê rastê û çavên xwe winda kirin. Gozyaşî ji bo bavê xwe gotibû "Çavên min bigirin bidin bavê min. Bila min bibîne û ji min hez bike" di raya giştî de gelekî deng anîbû.
Di ezimandinê de Gozyaşiyê diyar kir ku ji ber bi xwişka xwe Sidreyê re dilîze bi taybetî xwestiye pê re here.
Nasirê bav jî got ku kurekî yê 9 salî bi navê Mûhemmed heye, mala wan xweş e û problema ceyranê jî tuneye.
Nasir diyar kir ku Mûhemmed û Sidre diçine mekteba destpêkê û Gozyaşî jî diçe mekteba dayikê lê ji ber ku Sidre li xwişk û birayên xwe dinêre nikare bişîne mektebê. Anî ziman ku tenê ji bo hînbûna Tirkî keça wî dixwaze here mektebê.
Serokomar Erdogan Gozyaşî girte himêza xwe û fotoyê ku di Salaneya 2016an a AAyê de bûbû yekem nîşanî wê da. Li ser foto wiha hatibû nivîsandin: "Bangewaziya Gozyaşiyê ya ji bo bavê wê bersiv dît".
Fotoyê ku di dengdana "Fotoyên Salê" di kategoriya "Jiyanê" de Serokomar Erdogan jî ecibandibû û deng dabûyê.
Dema ku Gozyaşi hîn bû ku Erdogan deng daye fotoyê ew tê de hîssiyata xwe wiha anîbû ziman:
"Apê Erdogan, fotoyê min û bavê min dîtiye, em kêfxweş bûn. Ez gelekî jê hez dikim. Înşellah ez dixwazim wî bibînim. Bi saya wî em li Tirkiyê ne. Înşellah ezê rojekê wî bibînim. Ez gelekî jê hez dikim. Xwedê jî jê razî be."