Muhammet Kurşun
31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ANKARA
Weqfa Ensarê ragihand ku tu têkiliya wan bi wî mamosteyê bajarê Kirikkalê re ye tuneye ku di esnayê xwendina Qur'ana Kerîm de bi awayekî nemunasib rûniştiye
Weqfa Ensarê ku yek ji saziyên sivîl û perwerdeyê ye li Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku: "Li medyaya civakî û malperê xeberan de dîmenê mamosteyekî bi navê Huseyin A. li bajarê Kirikkalê ku di esnayê xwendina Qur'ana Kerîm de bi awayekî nemunasib rûniştiye belav dibe. Tu têkiliya me bi vî mamosteyî re tuneye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku: "Tu têkiliya Huseyin A. ne wek serok ne jî wek endam bi Weqfa Ensarê re çênebûye. Di vê bûyerê de hin kes dixwazin ku rêxistina me lekedar bikin û navê me bi xerabiyê derxin. Emê der heqê van kesan de dozê vekin û her cure mafên yasayî bikar bînin."