ÎSTANBÛL
Li Sûriyeyê rejîma Esed bombeyên warîlê diavêje ser mûxalîfan û hat diyarkirin ku ji ber vê yekê herî kêm hezar û 179 kes mirin.
Rêxistana Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) der barê bikaranîna bombeyên warîlê de raporek amade kir. Li gor raporê hêzên rejîmê heta niha hezar û 425 bombeyên warîlê avêtine ser cihên ku muxalîf lê ne. Ji ber bombeyan 240 jê zarok bi tevahî hezar û 179 kes mirin.