BERLÎN
Seroka Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xaçparêzan (CDÛ) Angela Merkel, di hilbijartina ku Parlementoya Federal de hat kirin de 462 ray standingirt û piştî salên 2005 û 2009 cara sêyem bû serokwezîr.
Parlementoya Federal di bin serokatiya Serokê Parlementoya Federal Norbert Lammaert de civîya û di hilbijartina ku hat kirin de Merkelê di tûra ewilîn de ji 621 rayan 462 ray hildan. Di hilbijartinê de 150 parlementeran raya "na" bi kar anî û 9 kes jî dudilî man. Bi vî awayî Merkel piştî salên 2005 û 2009an cara sêyem bû serokwezîr.
Piştî ku Lammaert encamê hilbijartinê aşkera kir Serokê Giştî yê Partiya Demokratên Civakî (SPD) Sîgmar Gabrîel, Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Civakî ya Xaçparêzan (CSÛ) Horst Seehofer, çûn ba Merkelê û wê pîroz kirin. Nûnerên hin partiyan jî kulîlk dan Merkelê.