Gökhan Kavak
14 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2023
Hat ragihandin, ji ber hişkesaliyê Etiyopya rûbirûyî krîza xidayê ya herî xedar a dinyayê ye.
Di daxuyaniya rêxistina civaka sivîl a navneteweyî Save The Childrenê da hat diyarkirin, li welêt 3,9 milyon zarok pir kêm xwarinê dixwin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin, kêmbaran bû sedema krîza xidayê û lewma Etiyopya rûbirûyî krîza xidayê ya herî xedar a dinyayê ye.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li Etiyopyayê 5 sezon e kêm baran dibare û ji ber vê jî 12 milyon kes di krîza xidayê da ne û her wiha telefbûna zêdeyî 4 milyonî heywanên çêwlikan jî ev krîza xedartir kir.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da, hişkesaliya li Etiyopya, Kenya û Somaliyê ji sala 1981ê vir va bi awayê herî xedar xwe nîşan dide û 13 milyin kes li ber xetereya xelayê ye.