Abdullah Tel
13 Adar 2021•Rojanekirin: 14 Adar 2021
Etnaya ji çiyayên agirîn ên li başûrê Îtalyayê careke din dest bi reşandina agir û arî kir.
Etnaya çiyayê agirîn ê ku li Girava Sîcîlyayê ye û 3 hezar û 326 metre bilinde ji 16ê Sibatê vir va dengê hirme gurm jê tê. Îro jî dengên ji çiyê hatin zêdetir bûn.
Enstîtuya Volkanolojî û Jeofîzîk a Neteweyî ya Îtalyayê (INGV) ragihand ku serê sibehê li gorî saeta herêmî di 08.40î da di roja 25an da teqîna 12mîn a li çiyê qewimî.
Hat dîtin ku piştî teqînê ji çiyê sotikên agir û arî dipejiqin û li asîman jî ewrên ji ber ariyê çêdibin.
Bi ser cî û warên li palên çiyê bûn da jî agir û arî barî.