WASHINGTON
Meclisa Nûnerên DYAyê îro biryar da ku DYA ji muxalifên surî re techîzatên leşkerî bên şandin û bên perwerdekirin. Li ser vê Serokê DYAyê Barack Obama daxuyand ku li hember têkoşîna rêxistina terorê DÎŞIyê ev gaveke girîng e.
Obama di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Meclisa Nûnerên DYAyê îro li hember têkoşîna rêxistina terorê DÎŞIyê gaveke girîng avêt."
Obama got ku hefta borî wî di axaftina xwe de gotiye ew divê li hember tekoşîna terorê rêyekê bişopînin. Di dengdayînên îro de rayên endamên herdu partiyan pir girîng bûn.
- Kerry: "Li welatên ku sînorê wan bi Sûriyeyê re hene, neft bi awayekî derqanûnî tê derxistin."
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry got ku DÎŞI neftê ji ser Tirkiye û Libnanê re difroşe.
Kerry di civîna Komîteya Karên Derve ya Senatoyê de axivî û pişt re pirsên senatoran bersivand.
Senatorê Partiya Demokrat a Îllînoîsê Dîck Durbîn ji Kerry pirsî ku DÎŞI çawa dikare li ser piyan bisekine û kîjan welêt alîkariyên çekan dide wan û destûrê dide wan ku bazirganiyê bikin.
Li ser pirsa Durbîn Kerry wiha axivî: "Li welatên ku sînorê wan bi Sûriyeyê re hene, neft bi awayekî derqanûnî tê derxistin. Diyar e ku ji ser Tirkiye û Libnanê re bi qaçaxî tê kişandin û firotan.
Li ser pirsa Senator Durbîn ya "Gelo ev welat ji bo ku qaçaxçitiyê dawî bikin hevkariya Amerîkayê dikin?"
Kerry wiha got: "Belê, hevkariyê dikin, lê niha bi rastî astengiyên Tirkiyeyê hene, 49 welatiyên wan rehîn hatine girtin û ev yek li ber raya giştî jî eşkere kirin. Hin hevdîtinên me û yên Tirkiyeyê çêbûn û hevdîtinên me dê dewam bikin."
Senatorê Partiya Demokrat a Massachusettsê Edward Markey jî got ku Tirkiye ji ber rehîneyên xwe naxwaze beşdarî operasyona leşkerî bibe, lê nefta DÎŞIyê li ser Tirkiyeyê belav dibe û ew wisa li ser piyan dimîne. Markey pirsî ku DYA der barê Tirkiyeyê de dê çi bike.
Kerry ev pirs wiha bersivand:
"Senator, ev pirs pir girîng e û em li ser vê dixebitin. Em hesasiyetên Tirkiyeyê fêm dikin. Ji ber vê, heke mirov divê durist be ez naxwazim li ser vê mijarê biaxivim. Bi ya min hevdîtineke bidizî dê baştir be."
Endamên saziya civakî ya sivîl yên Code Pînkê tîşortên li ser "Ji Şer Re Na" nivîsandî li xwe kirin û bi vî awayî Kerry protesto kirin.