13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
ERZURUM
2017 Mîhrîcana Zivistanê ya Olîmpîk ya Ciwanan a Ewropayê (EYOF 2017) bi destê Komîteya Olîmpiyatê ya Ewropayê (EOC) li Erziromê hat lidarxistin û cara ewil jî li Tirkiyeyê tê lidarxistin. Mihrîcanê dest pê kir.
Merasima vekirinê li Stada Kazim Karabekirê ku 25 hezar kesî hildide, hat kirin û ji 34 welatan 675 werzişvan beşdar bûn.
Ji bo ku mirov necemidin li ser stadê sobeyên ceyranê hatin bicihkirin. Li bajêr germa hewayê heta bin sifirê 14 pile dikeve.
Her çend hewa sar bû jî mirovan eleqe nîşanî merasima vekirinê da. Bi pêşengiya Koroya Zarokan ya Erziromê ya Radyoya TRTê Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.
Sporvanên welatên din jî bi alayên xwe va beşdar bûn û li ber qitaya merasimê ra derbas bûn. Herî dawîn jî qefleya Tîma Millî ya Tirk bi alayên Tirkiyê ên destê xwe va cihê xwe yê stadê girt.