QAHÎRE
Haşîmî li paytexta Bruksela Belçîkayê piştî beşdarbûyîna xwe ya parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek nivîskî da. Li gor daxuyaniya ku ji hêla ofîsa çapemeniyê ya Haşîmî ve hat dayîn de Haşîmî diyar dike ku ger sozê darizandineke biedalet bidin min, ez amade me ku li welatê xwe bêm darizandin, lê li Iraqê darizandinek e biedalet tuneye.
Haşîmî daxuyaniya xwe de wiha got: "Heta ku Serokê Dadgehê Mîthat el-Mahmûd bi gotina Serokwezîr Nûrî el-Malîkî bike û bi hev re tevbigerin, li Iraqê darizandineke biedalet çênabe. Bi vî awayî bidome dê qedr û qîmeta Iraqê li dervayî welêt û hundirê welêt nemîne."
Dadgeha Iraqê der barê Haşîmî û parêzvanên wî de biryara 23 îdaman û 2 heb jî hefsa muebbet dabû.