Türkan Tosun
22 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2020
Fermandarê herêma Darhovînê ya Teşkîlata Besîcê ya girêdayî Artêşa Parastvanên Şoreşê ya Îranê Abdulhuseyn Muceddemî bi êrîşeke biçek va hat kuştin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Farsê, Muceddemî serê sibê li mala xwe ya Darhovînê ya li ser bajarê Şadganê rastî êrîşa biçek hat.
Hat ragihandin nasnameya êrîşkarên rûyê wan nixûmandî hê nediyar e.
Fermandar Muceddemî di êrîşê da mir.
Walîtiya Şadganê daxuyand der barê êrîşê da lêpirsîn hatiye destpêkirin û ewê agahiyê bidin raya giştî.