TRABLÛS
Li bajarê Sebhaya başûrê Lîbyayê di navbera eşîran de şer derket. Hat ragihandin ku hejmara kuştiyan derketiye 19an û heta niha 30 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên hikûmetê hatin hildan eşîra Et-Tebûw û Benî Silêmanê pevçûn.
Serokê Konseya Herêmî ya Sebheyê Eyyûb er-Rezûq daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pevçûn car caran zêde dibe û çekên biçûk tên bikaranîn.
Ji eşîra Benî Silêman, Alîkarê Fermandarê Sebheyê Mansûr el-Eswed roja borî di êrîşêke bi çek de hat kuştin û ji ber vê yekê jî firînên hundir û derveyê ku ji balafirgeha Sebheyê dê bihatana kirin betal bûn.
Eşîra Benî Silêman eşîra Et-Tebûweyê ji mirina Eswed berpirsyar girt û li ser vê pevçûn derketin.