Zeynep Katre Oran
13 Mijdar 2023•Rojanekirin: 14 Mijdar 2023
Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) ya Amerîkayê ragihand, wan li Sûriyeyê li dijî komên nêzîkî Îranê operasyonên asîmanî pêk anîn.
Di daxuyaniya li ser hesabê CENTCOMê yê platforma medyaya civakî Xê da Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê General Michael Erik Kurilla diyar kir, êrîşên asîmanî li dijî tesîsên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) û komên nêzîkî wê yên li nêzîkî bajarên Sûriyeyê yên Ebû Kemal û Meyadînê hatin kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Amerîka dê di parastina xwe, personelê xwe û berjewendiyên xwe da berdewam be."
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û piştrast kir, wekî bersiva êrîşên li Iraq û Sûriyeyê li dijî personelê Amerîkayê didomin, li rojhilatê Sûriyeyê li dijî tesîsên ji hêla IRGC û komên nêzîkî wê tên emilandin êrîşa asîmanî hat kirin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin, ji hedefên hatin lêdan yek tesîsa perwerdeyê, ya din jî stargeh bû.