Sevim Hatun
23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
DARUSSELAM (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina li Forûma Xebatê ya Tanzanyayê de got: "FETO ne tenê ji bo Tirkiyê ji bo hemû welatên lê kar û xebatan dike tehdît e. Em zanin ku dûmahîkên vê rêxistina kone li Tanzanyayê jî heye."
-FETO ji bo hemû welatên lê xebatan birêve dibe xetere ye
Erdogan wiha dewam kir:
"Tirkiye di 15ê tîrmehê de rastî hewla derbeyê ya menfûr hat. Li pişt vê hewla derbeyê rêxistina terorê ya FETOyê heye. Mixabin ev rêxistin li hin welatan bi rêyên wekî alîkariya însanî, perwerde, bazirganiyê cihê xwe çêkiriye. Ez dixwazim vê bi eşkereyî îfade bikim ku FETO ne tenê ji bo Tirkiyê ji bo hemû welatên lê kar û xebatan dike bi talûke ye. Em zanin ku dûmahîkên vê rêxistina kone li Tanzanyayê jî heye."
Serokomar Erdogan derheqê FETOyê de got: "Niha bela serê dinyayê ya herî mezin teror e, ji ber vê yekê divê em hemû mil bi mil li hemberî terorê tevdîran hildin. Dibêjin 'terorê hişk, terorê nerm' qet nekevin nav van lîstikan. Bawerim wê Tanzanya jî li hemberî rêxistineke terorê ya wiha ji vir û şûnva cuda tevbigere."
-"Ji geşbûn û pêşveçûna aboriyê îstîqrar û pêbawerî lazim e"
Serokomar Erdogan anî ziman ku ji bo geşbûn û pêşveçûna aboriyê îstîqrar û pêbawerî lazim e û wiha dewam kir:
"Li welatekê lê îstîqrar û pêbawerî nebe, li wê welatê ne mumkune ku mirov qala pêşveçûnê bike. Li Tanzanyaya ku navenda Yekîtiya Afrîkaya Rojhilat e, ev her du hêman jî hene û ev ji bo li herêmê sermayedanîna karsazan zehf girîng e."