Sevim Hatun
23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ASTANA/ANKARA
Li Astanaya paytexta Qazakistanê civîna ku bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê ya der barê Sûriyeyê de tê kirin, dewam dike.
Muxalefeta eskerî, rejima Esed, Tirkiye, Rûsya, Îran û heyetên DYAyê di hevdîtinê de hene. Di civînê de li ser mijarên wekî bihêzkirina agirbestê û çareserkirina krîza însanî disekinin.
Halê hazir hevdîtinên di navbera rejim û muxalifan de dewam dikin.
Tirkiye, Rûsya, DYA û Îran pêşniyazên wê pêşkêşî aliyan bên kirin dinirxînin, herwiha lijneya muxalefetê jî pêşniyazên dijber pêşkêş dike.
Tirkiye û Rûsya wekî welatên garantor ji bo guhertina pêşniyazên rejim û muxalifan hewl didin.
Li ser navê muxalifan Tirkiye û li ser navê hêzên Rejimê jî Rûsya piştî agirbesta ku di 30 kanûnê de hatibû îlankirin, bûbû garantor.
Ji aliyê din ve di destpêka civîna li Astanayê de Şam, Dêra, Hama, Lazqiye û herêmên li aliyê rojavayê Helebê yên di destê muxalifan de ji hewa û bejayê ve hatin bombebarankirin.
-Nûnerê NY yê rejimê sûcdar kir
Li gor çapemeniya Rejima Esed, Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşşar Caferî di rûniştina ewil a ji çapemeniyê re girtî hat kirin de, muxalif û Tirkiyeyê sûcdar kir.
Caferî got hêviya wan a ji civînê ev e ku şerê li herêmê ji bo demekê bê rawestandin û di vê maweyê de jî komên ku agirbest îmzekirin ji rêxistinên terorê yên wekî Eniya Nûsra û DEAŞê ji hev du biqetînin.
Di vê navberê de Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra jî di rûniştina ewil a civînê de axivî, li vir got ku heke hemû alî li ser pêkhateyek ku agirbestê kontrol bike li hev du bikin wê gavê dê agirbest jî mayinde be.
Mîstûra wiha dewam kir:
"Divê em îro û sibê li ser pirsgirêkan bisekinin û çareser bikin, bila agirbest mayinde bibe. Divê em ji bo di navbera aliyan de pêbawerî çêbe hewl bidin û ka em binêrin em karin çi bikin li ser evana biaxifin."
-Wê sibê heta êvarê dewam bike
Hevdîtinên ku bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê îro sibê dest pê kirin, tê payin ku sibê heta êvarê dewam bikin.