Sevim Hatun
23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
MOSKOVA
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku jetên Rûs û Tirk di 21ê mehê de li dijî hedefên DEAŞê herekata hevpar lidar xistin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku di operasyona asîmanî ya hevpar a 21ê Çilr de, 4 balafirên şer ên Tirk û 3 yên Rûs êriş birin ser 22 hedefên DEAŞa rêxistina terorî.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku balafirên ku Emrîka û Rûsya serkêşiya wan dikin, di 22yê mehê de operasyona asîmanî ya hevpar lidar xistin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat îfadekirin ku balafirên Rûsya û hêzên koalîsyonê operasyona hevpar birin ser hedefên DEAŞê yên li herêma El Babê.