Türkan Tosun
24 Adar 2019•Rojanekirin: 24 Adar 2019
Li Sulawesiya Girava Endonezyayê bi lerza 5,7an erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzikê ya Endonezyayê (BMKG) ragihand ku erdhej li eyaleta Sulawesiya Navîn 54 kîlomêtre dûrî başûrê rojavayê herêma Posoyê 10 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Li gor agahiyên ewil di erdhejê da tu mirin û birîndarî çênebû.
Piştî erdhejê jî hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Li Endonezyayê di 28ê Îlona 2018an da li Girava Sulawesiyê Tengava Paluyê bi lerza 7,5an erdhejek çêbûbû. Piştî vê tsunamî çêbûbû û tesîr li ser herêmên Donggala, Palu û Sîgiyê kiribû. Di erdhej û tsunamiyê da 4 hezar û 340 kes miribûn.