Haydar Şahin
31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Welatiyên Sûriyeyê yên vegeriyan malên xwe yên li Til Ebyada bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqijkirin dîtin ku malên wan bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê ya revî hatine şewitandin û gelekî li ber xwe ketin.
Ji vir demekê berê bi saya Herekata Kaniya Aştiyê ya ji bo pêşî lê bibirin ku li başûrê Tirkiyeyê korîdora terorê neyê avakirin, hizûr û ewlehiya herêmê pêk bînin bi destê Artêşa Tirkiyeyê û alîkariya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê hat kirin va Til Ebyad ji terorê hat xilaskirin.
Welatiyên Sûriyeyê yên berê ji herêmê revîbûn û xwe sipartibûn ciyên din piştî pêkanîna ewlehiya gund û navçeyan dest pê kirin vegeriyan malên xwe. Ji ber ku YPG/PKKya rêxistina terorê dema revîbû agir berî hin malan da bû welatiyên vegeriyan cî û warên xwe li heberî xwe xirabe dîtin.
Kesên vegeriyan malên xwe dîtin ku amûrên wan jî hatine şewitandin û ji ber zilma rêxistina terorê şahiya wan di ber wan da ma.
Welatiyên Sûriyeyê bertek nîşanî rêxistina terorê da û şermezar kirin, ji bo zirara xwe hel bikin û ji nû va dest bi jiyana xwe bikin dest bi xebatan kirin.
Zeyneb Humeydiya welatiya Sûriyeyê ya ku rêxistina terorê mala wê şewitandiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rêxistina terorê dema bihîst ku eskerên Tiriyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê tê gund dora malên wan pê çan.
Humeydiyê got terorîstan her tim digotin ku ew ê malên wan bişewitînin û çavtirsî dikirin û wiha pê da çû:
"Dema operasyonê dest pê kir me gundê xwe terk kir. Mêrên me li ciyekî kom kirin û nehîştin ji herêmê derkevin. Paşê hatina camên me şikênaştine benzûn di ser da kirine û şewitandine. Em hatin ku şewatê bitemirînin lêbelê ji ber ku av tune bû quweta me negihîştê. Mala me bi qasî 3 rojan şewitî. Li me zilm kirin, YPG/PKKyiyan ev anîn serê me. Hemû tiştên me şewitîn. Xwedê belayê bide wan."
- "Li gundê me 9-10 mal şewitandin"
Mihemed Mûsa Huseyn jî got demeke dirêj li cem eqerebeyên xwe yên 5 kîlomêtre li dûrî gund jiyana xwe domandin.
Huseyn got di roja 4an a Herekata Kaniya Aştiyê da terorîst ji herêma wan vekişyan û wiha pê da çû: "Rêxistina terorê 4 roj piştî destpêkirina herekatê fehm kir ku ew ê ji herêmê vekişe û agir berê malên me da. Li gundê me 9-10 mal hatin şewitandin. Di malên me da tiştek nema, dîwar jî hilweşiyan. Ev 12 roj e li mala xwe dixebitim û temîrata malê dikim. Hemû amûrên me şewitandin. Her tiştên me bûn xwelî."
Ehmed Elî Îsa jî destnîşan kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê dema çû jî zilm anî ser wan.
Îsa got tu sûcekî wan tunebû malên wan şewitandin û wiha pê da çû: "Tu eleqeyeke me tunebû lêbelê mala min û yên herdu zarên min şewitandin. Ez zarên min û neviyên min nika li mala cînarê xwe dimînin. Tu tiştekê me nema."