23 Sibat 2018•Rojanekirin: 24 Sibat 2018
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Dana White ji bo pirsên der heqê hevkariya komên terorîst ên alîgirên Esed ku xwestin li Efrînê piştgiriya YPG/PKKyê bikin, bersivek maqûl neda û xwe ker kir.
White di civîna çapemeniyê ya heftane da pirsên rojnamegeran bersivand û ji bo pirsa gelo mirov dikare ji bo komên terorîst ên alîgirên Esed ku dixwestin li Efrînê alîkariya YPG/PKKyê ya rêxistina terorê bikin, bibêje ev hevkariye yan na?
Di bersiva xwe da berdevkê Pentagonê got ku der heqê mijarê da gahiyên wî zêde tunene û ewê bi nivîskî bersiva vê pirsê bide.
Nûçegihanê TRT Xeberê got: "Gelo we ew dîmenên pêşwazîkirina YPG û HDSyê yên li hemberî hêzên alîgirên Esed û milîtanên piştgirên wan Îran e dît? Ew herdu jî neyarên Amerîkayê ne, Amerîka dixwaze ji aliyekî va tesîra Îranê ya li herêmê kêm bike û wan ji Sûriyeyê derxe, gelo Pentagon ji bo şirîkên Amerîkayê yên li qadê ku bi neyarên Amerîkayê ra îtifaqê dikin, çi difikire? Berdevkê Pentagonê White li ser pirsa biisrar got: "Ev der cihê şerekî tevlihev e. Ji ber vê jî em ji hemû aliyan dixwazin ku bila bala xwe bidin ser DEAŞa ku tehdîda hevpar e. Şer hê jî neqediyaye û her tiştê ku ji şerê li dijî DEAŞê dûr bixe, baldariyê têk dibe."