28 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
DAKAR
Giravên Joal û Fadiouthê yên ku 120 kîlomêtro dûrî Dakara paytextê Senegalê ne bi taybetmendiyên xwe ve bala turîstan dikşînin.
Turîstên ku tên Senegalê miheqeq diçin van giravên balkêş. Taybetmendiya van giravan ew e ku zemînê girava Joalê ji qalikên behrê ye. Ya din jî di navbera girava Joalê û girava Fadiouthê de pireyeke darîn heye û herdu giravan bi hevdu girêdide.
Cudatiya van giravan yek jî ew e ku gelê Efrîkayê yên ku dînên wan cuda ne bi hev re dijîn.
Li girava Fadiouthê efrîqayî miriyên xwe di heman goristanê de defin dikin. Ev goristana misilmanan û xiristyanan ya hevpar li welêt tekane goristan e ku kesên herdu dînan di heman goristanê de tên veşartin. Ev jî nîşaneya xweşbîniyê ye.
Ji sedî 90ê nifûs xiristyan in
Li giravên Joal û Fadîouthê bi giştî 40 hezar kes dijîn. Ji sedî 90ê nifûs xiristyan in. Gel bi masîvaniyê, çandiniyê û turîzmê debara xwe dike.
Darên baobabê yên ku li Efrîqayê wek darên pîroz tên qebûlkirin li giravan zêde ne. Gelek çivîkên cure cureyî jî li vir dijîn.