28 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
HELEB
Balafirên şer ên rûsan agirbesta demkî binpê kirin û êrîşî gundê Cemiyet el-Hadî ya ku li rojavayê Helebê ye kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de 10 sivîl hatin kuştin.
Li gor aghiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl ên li Helebê bi dest xist, balafirên rûsan êrîşî gundê Cemiyet el-Hadî ya ku li rojavayê Helebê kirin û di encama êrîşê de 10 sivîl hatin kuştin.
Rayedaran daxuyandin ku jetên rûsan serê sibê êrîşî navçeya Anadanê, herêma Kafr Hamrayê, Kaptan el-Cebelê, gundê Babîsê kirin û ji ber vê li van cihan gelek xisar çêbû.
Di vê navberê de aktîvîstên herêmî gotin ku balafirên rûsan li Heleb, li Îdlib, li Humus û li Derayê êrîşî herêmên ku di destê muxalifan de ne kirin û peyman binpê kirin.