28 Sibat 2016•Rojanekirin: 29 Sibat 2016
HELEB
Balafirên Rûsyayê peymana agirbesta qismî ya li Sûriyeyê hatibû îlankirin binpê kirin û li Helebê êrîş birin ser gelek herêmên di bin kontrola muxalifan de.
Peymana agirbesta qismî ya ku roja şemiyê li Sûriyeyê ketibû rewacê ji hêla balafirên Rûsyayê ve hat binpêkirin. Balafiran di ser gelek herêmên li Helebê ku di bin kontrola muxalifên netûndraw de ne bombe barandin û hat ragihandin ku ji ber bombebarandinê mirî û birîndar hene.
Midûrê Weşana Giştî ya Ajansa Şeha Pressê ya li Helebê Mamûn Xetîb daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku agirbesta qismî ji hêla balafirên Rûsyayê ve hat binpêkirin û wiha pê de çû: "Jetên ûris, Kafr Hamra, Asya û Kabîr Îngiliz, Kaptan Cebel, navçeya Anadan û rêya Heleb-Azezê ya ku di bin kontrola muxalifên netundraw de ne bombe kirin. Balafirên Rûsyayê îro serê sibehê li Helebê cihên sivîl ên ku di bin kontrola kesên li dijî rêveberiyê ne de bombe kirin. Deverên ku hatin bombekirin gelek xisar dîtin. Di êrîşê de kesên mirin û birîndar bûn jî hene."
- Li gundê Herbenefsê êrîşa bi bombeya xaran
Di vê navberê de Navenda Medyayê ya Hûmûsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê 8 caran êrîş birin ser gundê Herbenefsê yê ku li başûrê Hamayê dimîne. Hat gotin ku êrîş bi bombeyên xaran hatin kirin.
Daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên Esed li Hama û Hûmûsê li gor agirbestê tevnagerin û wiha dewam kir: "Hêzên Esed bênavber êrîşî ser Telbîseya navçeya Hûmûsê kirin. Li Hûmûsê aliyê ku ewil agirbesta qismî û demkî ya binpê kir hêzên rejimê ne."