Nihat Kavşut
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê ji partiyên siyasî Tevgera Goran û Komela Îslamiyê ragihandin wê îro tevlî rûniştina vekirina meclisê nebin ku ji ber qeyrana siyasî 2 sal in nacive.
Şoreş Heciyê berdevkê Tevgera Goranê daxuyanî da televizyona KNNê ya partiyê û wiha got: "Wek Tevgera Goranê piştî hevdîtinên 3 roj in dewam dikin me biryar da tevlî rûniştina vekirina meclisê nebin."
Hecî der barê sedema netevlîbûna rûniştina meclisê da wiha got: "Di rûniştina ewil a meclisê da meseleya referandumê ya bi qedera gelê me ra eleqedar e rasterast hildidin rojevê. Ev li gor rêziknameya meclisê nîne. Ev biryareke rast nîne."
Şoreş Hecî diyar kir ji ber qeyrana siyasî meclis nacive û bi vî awayî jî nayê vekirin û got divê ev wek normalîzebûna rewşê jî neyê dîtin.
Merwan Gelaliyê Cîgirserokê Koma Partiya Civaka Îslamî (Komel) jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Komel ji ber ku partiyên siyasî li ser bernameya xebatê ya vekirina meclisê li hev nekirin wê tevlî rûniştina îro nebe."
Gelalî diyar kir tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser bernameya xebatê ya vekirina meclisê li hev kirine û got lê divê serokatiya meclisê wê qebûl bike.